קיפאק KIPAC (@KIPACorg) header
קיפאק KIPAC (@KIPACorg) profile picture

Kurdistan Israel Public Affairs Committee کۆمیتەی پەیوەندییە گشتیەکانی کوردستان ئیسرائیل

‎Tel Aviv‎‏، ‏‎Israel‎‏
Joined March 2025
Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)Photo by קיפאק KIPAC (@KIPACorg)
Cejna Newroza neteweyî û sersala nû ya Kurdî li tevahiya neteweya Kurd û her Kurdek li her cihê cîhanê be, herwiha li tevahiya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve pîroz dikim. Bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, li pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlekariyê dikim, hêvîdar im tev cejneke xweş û aram derbas bikin û cejna dilşadî û aramiyê be. Newroz sembola azadî, nûbûn û vejînê ye, cejna hêvî, îrade, rabûn, berxwedan û nêrîna ji bo pêşerojeke çêtir e. Her wekî çawa meşxela Newrozê bi dirêjahiya dîrokê çavkaniya îlhamê bûye ji bo gelê Kurdistanê, îro jî bangeke nû ye bo yekrêzî, hevfêmkirin û hevkariyê ji bona parastina maf û destkeftinên destûrî û federalî û qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê. Cejna Newrozê di demekê de vedigere ku ev herêm û cîhan jî di rewşeke hestiyar de ne. Serkeftina me ya bi ser wan astengiyan de ên ku em ber bi rûyî wan dibin, herwiha ji bo misogeriya aramiyê û xurtkirina demokrasiyê, dadê û mafên mirovan, karê hevbeş û diyalogên avakar yên aliyên siyasî û pêkhateyan li navxweyê Herêma Kurdistanê û bi Bexdayê re dixwaze. Aştî û aştîxwazî ji bo Kurd û gelê Kurdistanê mezintirîn hêz û baştirîn rêbaz e. Ji ber vê yekê, ez daxwazê ji Kurd û Kurdistaniyan dikim ku bawerî û rêbaza aştîxwazî ya xwe xurttir bikin. Daxwazên gelê Kurdistanê pir zelal in, aştî zemîneyeke pir baş çê dike ji bo zelalbûna van daxwazan. Aştîxwazî, pirsa Kurdî li cîhanê bêtir pêş de dibe. Niha pêleke ber bi çêkirina aştiyê di siyaseta cîhanê de heye, di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye ku wekî gelekî aştîxwaz bi vê pêlê re be. Li Herêma Kurdistanê baweriya me bi çand û nirxên jiyana aştiyane, lêborîn û hevqebûlkirinê heye. Herêma Kurdistanê wek her tim wê faktorek aramî û tenahiyê li herêmê bimîne û destê dostanî û hevkariyê dirêjî hemû pêkhateyên Iraqê û welatên herêmê û cîhanê dike, ji bo pêşerojekê ku tê de aştî, aramî û pêşveçûyin ji bo hemûyan bibe serwerî û jiyan, rûmet û mafên hemûyan bêne parastin. Di têkiliya me bi hikûmeta federal a Iraqê re, careke din em pêgîriya xwe bi destûrê wek bingehek ji bo çareserkirina hemû nakokiyan bi rêya diyalog û hevfêmkirina hevbeş tekez dikin. Aramî, geşbûn û pêşketina Iraqê bi rêzgirtina li mafên destûrî yên hemû pêkhateyan û bicihkirina rastîne a sîstema federaliyê ve girêdayî ye. Em ji nêzîk ve haydarî zehmetiyan û rewşa jiyan û debara hemwelatiyên Kurdistanê ne. Em tekez dikin ku baştirkirina rewşa jiyana wan karê pêşîne yê sereke yê hemû dezgehên Herêma Kurdistanê ye. Bi hatina Newrozê re, em hêviyan nû dikin ku ev zehmetî dê derbas bibin, em radest nabin û bi hêvî û bawerî ber bi pêşerojeke çêtir ve gav davêjin. Newroz li hemû gel û welatên ku vê bîranînê pîroz dikin pîroz be. Her sal bi xweşî.
101
159
8
1,901
61,806
To the Kurdish people, On this Nowruz, we send our warmest greetings. Nowruz marks the triumph of light over darkness, the renewal of spring, and the spirit of hope. Israel admires the resilience and strength of the Kurdish people. Your dedication to preserving your identity and traditions is inspiring. This year, more than ever, may Nowruz bring peace, security, and prosperity. May your hopes bloom like the flowers of spring. Newroz pîroz be!
1,386
1,085
327
7,744
1,196,742