Erdoğan, Bahçeli, Öcalan tam demokrasi, uzlaşı, hukuk, adalet diyor. Muhalefetin de çoğunluğu bu arzuda! O zaman tüm yurttaşlar için eksiksiz demokrasi ve özgürlük şimdi değilse ne zaman…
22
368
Li nava Sûka Nisêbînê Hemedemîn digo; du kahrikan naspêriyê da ku li Mêrga Mohriz biçêrînê, doza şivaniya qewmekî dike. Rehma Xwedê li te be Hemedemîn…
#felsefe #deneme
Nostaljî- Ji Deftera Kurmancî
ZANÎ; BELA SERÊ MIROV!
10.05.2007-Diyarbekir
Dost dipirsin: Çima hinek gotarên te hene, dema ku mirov wan biguvîşe dê dilopên heznê ji wan dawerive? Tevna gotaran xwe ji ku peyda dike? Di tûrik û binçengê te de amade ne, wan vedikolî an tiştekî din?
Lê zêde dikin, dibêjin; “Efareya hindek berhemên te bi xwe jî melûl e, peyv bi azar dipekin ji hevokan…kirdeyên hevokên te bêtebat û aram in. Her dinalin, lomekar, gazinde û serhildêr in. Rengdêrên têrnebûyî, şûm û rêbir pêşiyê li ruhekî hêmin dibirin.
Ez çi bersivê bidim, dilê we dê rehet bibe ey xwendevanên ku ruhê wan cêwiyê ruhê min e!
Hûn nizanin ka bersiva ku li ser dilê we dimeye, min çiqasî dixe nav meraqê? Meraq û pêzanîn kurmek e, di hundirê me hemûyan de, ger ku ew kurm nebe, ka emê çawa bijîn di nav malkambaxiya vê kayrana cîhana bêdad.
Bersiva min ev e:
Ez şahid im…şahidekî kêmbext û nifşqurmiçî me. Şehidekî bêdil û bi darê zorê me. Li welatê xwe di nîveka serûbinbûna nîrê feodal, di zayîna prokapîtalîzma hovane de hatime cîhanê. Ez û navçeyek pêkve hatine cîhanê.
Ez û navçê bi hev re mezin bûn. Her ku zikê navçeyê mezin bû ji mêjî ruhê min xwar. Her ku zikê navçeyê werimî, êşa zikê min zêde bû.
Di hişê min de, navçeya min hê wekî gundekî piçûk e. Nisêbîna warê gul, keder, fêkî û avê...bêndera ol, netew û hişmendiyan; di xortaniya min de, êdî nav û nîşanên xwe guhertin. Bû Nisêbîna şoreşger, "Telebe", serhildan û warê pakrewanan.
Dema bi ser hişê xwe ketim, hew min dît ku hema herkes lihêfa xwe li traktor û kamyonan dike, berê xwe ji gundan dide navçeyê…ji navçeyê Êzîdî û Suryanî lihêfên xwe difroşin li sûka navçeyê û berê xwe didin Ewrupa.
Motîf, lawij, goristan, neqş û rîtuelên xwe li dû xwe hiştin û bi reverev, bêyî ku li paş xwe binêrin ketin zikê otobûsan; dawî firokeyan û xwe gihandin metropelon Ewrupayê. Ji bilî “Hemşo-felgê”ya Suryaniyan û “Êş…ko”ya Êzîdiyan hîç tiştek nema di guh û bîra min de.
Di heftsaliyê de, deriyê şermê bixêrhatin da. Merhaba zimanê serdest! Bi xatirê te zimanê dayikê; bi darê zorê. Êdî aso û bergehê zarokatiyê heçku hate desteserkirin. Xewn û xeyal têkel bûn. Mifteya çarenûsê ji dest çû, bi ber bayê felekê ketim digel nifşê xwe.
Xewnên ku min dîtin ne bi tirkî bûn…ne jî bi kurdî…”Gelmîş”kirin û “Gîtmîş”kirinê mohra xwe li ser dahatûya min dan.
Ez bûme şahid…lê roja darizandinê nehat.
Kîjan ruh têr bûye li ser vê erdnîgariyê? Kîjan bedenî, têrxwarî xatir ji cîhanê xwestiye?
Ruh, hiş û bedenê kê ji me, yê kîjan cangoriyî xwe ji xeleka şkestxwarinê rizgar kiriye?
Ka li vê xakê ji bilî “Mêranî”, “Zordarî”, “Rik û inyat”, “Şablon û dogmayan” çiqas “Dilovanî, “Dad” û “Evîn” şîn bûye.
Pindepîr çi tîne bîra me/we? Rist û desthilatdariyê Rojhilata navîn bi feraseta “Pindepîrî” sê nifşên beriya me, nifşê me û wisa dixuye ku du nifşên piştî me kirine gorî ji bo berjewendiyên xwe.
Nerûda û Lorca, Cegerxwîn û Nazim dê çi kîn…karwan dibihure û êş berdewam e. Heyfa min bi min têt… yê şahid ez im.
Jan ji hevokên min xwe bera nava çavê xwendevan didin, pirsên wan arasteyî min in û wijdanê min dikelije.
Ka bila ji kerema xwe yek ji we bibersivîne: Çi jan heye girantir û sotînertir, ji jan û sotîneriya wijdanî?
Ger ku sipêdê ta hungir biwerive cerg û mêlak ji ber ku şahidê nîr û erdnîgariya xwe me, dê çawa hevokên bi tiqetiq û şahreza ji we re birêsim û bihonim.
Wele ma çima rast nebêjim; incex melankolî û derbederî bilope ji serê pênûsa min!
Tiştekî din jî heye bêyî nebêjim venawestim. Herçend nelihevhatî me bi nîr, erdnîgarî û çarenasû xwe re; lê bêşik naşêm jêgerim: Ta encam û ta pileya herî jorîn…seranser jiyan û evîne difûrim.
Bi hemîşe beşê laş û ruh; mişt berxwedan im.
Liberxwedan û têkneçûn; bernav û rêzika min a jênevegeriyê ye.
Slav jiyaneke têrserborî…slav rabirdûya bi heytehol digel hemû bêrfetiyên bêdad!
24
587
Sinsi kötülük, bizi yordu. Her mahalle, yani çevre ve meşrep örgütlü ve kurumsal kötülüğün sahibi. Kötülük güçlü. Peki bizim gibi olanların nesi var? Bir yüreğimiz ve birkaç yarım kalmış sözümüz var! Haydi gel, kötüler sürüsüne ve devrana karşı, lanet okuyarak diren…
17
406
Xerabî mizawir e, em westandin. Her mehele yanî derdor û meşreb xwediyê xerabiya birêxistin û sazmendî ye. Xerabî xurt e. Ê wek me çi heye? Me dilek û çend gotinên nîvşkestî hene! De were li hemberî koma xeraban û dewranan melanet debar bike…
20
403
Hozanên beriya Mêrdînê. Hozan Klamedîn û Necmedînê Dêrikî, li pey hev çûn! Klam li ber dîwarên kevirî mane stûxwar. Rehma Xwedê li we be…
Onlarca yıldır ne adaletsizlikler, haksızlıklar, hukuksuzluklar oldu bu ülkede, çıtı çıkmayanlar, işlerine gelirse ve istismara açık bir konu ise, neredeyse yok mu Mardin’de hakaret edecek diyeceklerdir. Mardin yıkılsa umrunda olmayan adamlar bakıyorum, densizin biri saçmaladı diye Mardin hayranı kesilip istismar yapıyorlar!
18
595
Gelek heval û dost dibêjin hewa cemidî, sar bûye, ma êdî naçî sporê; dostno xeman mexwin, bêspor, qahwe, xwendin û sohbet jiyan dibe? Serê sibê saet 07.30 li ser karê sporê bûm:))
28
633
Mardin kadim kültüründe linç yok. Suçluyu hor görmek, yasal çerçevede elbette suçun ağırlığı kadar ceza istemek yurttaşlık hakkı, ama esas olan maksat hasıl olduktan sonra linç eder gibi sürdürmemek, sakin ve metanetli olmak, fitneyi körüklememektir…
Hasan Kaya retweeted
Erbil’de bir akşam yemeğinde sanatçı Gülistan Perwer, sanatçı Rojin ve gazeteci Hevidar Zana’yla bir araya geldik, güzel bir sohbet gerçekleştirdik.
Kendilerine teşekkür ediyorum.
Hasan Kaya retweeted
📌Malatya'da askeri helikopterin düşmesi sonucu hayatını kaybeden askerlere Allah’tan rahmet, ailelerine sabır diliyorum.
#malatya
Hasan Kaya retweeted
Japon turist Mardin’e hayran kaldı: “25 ülke gezdim, Mardin çok farklı!” mardinhaber.com.tr/haber/291…
Hasan Kaya retweeted
Mardin’in binlerce yıllık kardeşliği Mardinspor’un armasında! mardinhaber.com.tr/haber/291…
Dünyanın her yerinde aynı. İnsanoğlu bencil, çakal, pis nefsi için her tür şerefsizliği trafikte, yolda, okulda, derste, uyurken, gezerken yapanlardan çekiyor! Çakallığın mezhebi, dini, sınıfı, milliyeti, cinsiyeti yoktur! İyilik iyidir; “yegane dava!”
33
684
Hasan Kaya retweeted
Kürdistan Bölgesi Başkanı Neçirvan Barzani, başkent Erbil'de DEVA Partisi Genel Başkanı Ali Babacan ile bir araya geldi.
Görüşmede, Türkiye’deki barış sürecinin önemi ve geleceği ele alındı.













