
înan eroglu retweeted
siheta we her sêyan xwesh 💫 belkî mirov bikare vêya jî lê zêde bike : di habitusa kurdan da qada qishtî ewqasî pêdîvî bi tishtên nû heye ku ji bo berterefkirina kêmasîyê, rewshenbîr û edîb dixwazin di heman demê de gelek tishtan bikin. +
înan eroglu retweeted
kelekên şet ji keştiyan cudatir bûn. bi raya min di mekanîzmayên afirîneriyê de ferznekirin, şikandin ya jî sînor û helbet veguherîn nebe nabe…baneşaneke akademîk û tameke edebî @inanoloo siheta we xweş @SerdarRusen @FerzanSheer
Bi @SerdarRusen û @FerzanSheer re em di nav teorî û afirîneriyê de lewlibîn. Bi qasî ku zimanê min geriya, min got. Gelek spas ji bo mazûvaniya wan.
înan eroglu retweeted
#VÎDEO - ❝Berêvar girîng in, kes serê sibehê dernakeve û nagere❞
Nivîskar Îmad Bernas li Fuara Pirtûkan a Amedê qala pirtûka xwe ya bi navê ❝Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê❞ dike:
🎙️ ❝Berêvar girîng in, kes serê sibehê dernakeve û nagere❞
🎙️ ❝Tu bi dehan êvaran digerî heta ku paragrafekê ava dikî❞
🎙️ ❝Dema ku tarî dikeve erdê çîrok diqede❞
înan eroglu retweeted
#VÎDEO - Xwediyê Pall Weşanê Înan Eroglu: Me xwest weşangeriyeke nifşê nû ava bikin
🎙️“ Pall Weşanê di 4 salan de 32 pirtûk çap kirin”
🎙️“ Xwendevanên Kurd pirtûkên çapkirî tercîh dikin”
🎙️“ Nîvê pirtûkên me werger in”
🎙️“ Îsal me girîngî da wergera ji edebiyata cîhanê”
🎙️“ Xewan wergerandina romana Marcel Proust a bi navê ‘Li pey dema winda’ ye”
🎙️“ Min romanek qedand û ez dê îsal çap bikim”
💢 Nivîskar û Weşanger Înan Eroglu ji hevkarê me Maşallah Dekak re behsa xebat û projeyên xwe kir:
Nivîskar û Weşanger Înan Eroglu:
Gava ez ketim nav vî karî (weşangerî) min digot ji şertê herî giran re jî amade me ji bo têkçûnê jî ji bo serkeftinê jî.
Di nava 4 salan de (ji Weşanxaneya Pall) me 32 pirtûkên Kurdî dan çapkirin. Armanca me ew e em sala bê vê hejmarê bigihînin 50
Kurtenivîskên weşangerekî şevger (IV) inanolo.substack.com/p/kurte…
Kurtenivîskên weşangerekî şevger (III) inanolo.substack.com/p/kurte…
yeqîn h. karên gelekî baş dike ji bo wergerê. em ê li fûarê bistînin. pîroz be ☘️
Kils
Îspanya Vê Peyalê Dûrî Min Bibe
Cesar Vallejo
Wergera ji fransî: yeqîn h.
Ev berhema berdest, di naverokê de wekî du pirtûkên cihê cihê hatiye sêwirandin: Kils û Îspanya vê peyalê dûrî min bibe:
Kils ji 35 helbestên danhev pêk tê û hûn dê bikaribin Kurmanciya wan di pirtûkê de bibînin.
Îspanya vê peyalê dûrî min bibe jî her çend ji 15 helbestan pêk bê jî min tercîhen 14 helbest jê kirine milkê Kurdî.
nubihar.com/kitap/kils-ispan…
înan eroglu retweeted
Reşbelek
Çend dilop ji jiyana Evdilrezaq
Elî A.
(Roman)
DERKET!
Bajar, piştî hilweşîn û kavilbûneke nîvco çawa ku reng û dirûvê wê vediguhere, kesên govendê digerînin diguherin û yek bi yek dimirin. Evdilrezaqê bi hişekî wêran û zimanekî kavil î nîvcomayî, di nav parçecamên neynika şikestî re li şûnwar û mirovên tê de dinêre û zeman ditewe bi awira wî; kûçe û kolan kurt û dirêj dibin, ode piçûk û mezin dibin, ruh tarî û tarîtir dibe!.. Pê re çîroka xwekuştineke negotî wek reşbelek dimîne...
Reşbelek
Çend dilop ji jiyana Evdilrezaq
Elî A.
(Roman)
ISBN: 978-625-5535-60-3
13x19.5, 80 rûpel
avestakitap.com/resbelek
înan eroglu retweeted
"Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de"
AGATHA CHRISTIE
Ji îngilîzî: Dibar Çelik
DERKET!
Ev romana ku yek ji romanên kult ên edebiyata polîsî tê qebûlkirin, bi wergera Dibar Çelik me dikişîne nav dalanên mişt bi raz û şaşwaziyan dagirtî.
pallwesan.com/detail/3062-ku…
înan eroglu retweeted
Romana "Lerz"ê ya Qasim Pîro ku me di 2023yan de çap kiribû, bi çapa xwe ya 2yem û bergê xwe yê nû
DERKET!
pallwesan.com/detail/1-lerz
Beşa 21. Portre: Suad Haymatlos Rexneya Rexnegirîyê
Di vê beşê de Suad Haymatlos li gel pirsên Serdar Şengül û Ferzan Şêr daxwaza meydanxwestinê ji rexnegirîyê dike, ango rexneya rexnegirîyê dike.
Niha li ser hemû platformên podcastan e.
YouTube: youtube.com/watch?v=F9I_ZYlx…
Kurtenivîskên weşangerekî şevger (II) inanolo.substack.com/p/kurte…
Rêza me ya "hûrgilî"yê geş dibe. Bi amadekariya Fahriye Adsay û beşdariya 12 nivîskaran, kitêbeke li ser xwendin û ne-xwendinê.
ME ÇI XWEND ÇI NEXWEND
Amadekar: Fahriye Adsay
Nivîskar: Asya Xerzan, Beyar Bavî, Çidem Baran, Fatma Savci, Ferzan Şêr, Fırat Aydınkaya, Haşim Ahmedzade, Jana Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Ruşen Arslan, Ümit Fırat
DERKET!
pallwesan.com/detail/3057-me…
Kurtenivîskên weşangerekî şevger (1) inanolo.substack.com/p/kurte…
înan eroglu retweeted
Beşek ji romana “Deftera Mezin” a Agota Kristofê, bi wergera Ergin Öpengin.
Niha hûn dikarin li ser pallwesan.com bixwazin.
înan eroglu retweeted
Şewtbihêrk
Bajar Mîrzeman
(Çîrok)
DERKET!
Bajar Mîrzeman, bi vê kitêba xwe ya çîrokan “Şewtbihêrk”ê ji me re ji peyvan nexşerêyekê çêdike. Em bi sînorên wê nexşerêyê dizanin û belkî dikarin ji ber xwe de xêz jî bikin lê vê carê ev sînor bi peyvan hatiye xêzkirin.
Di vê erdnigariya bi peyvan hatiye avakirin de, cejn hene, peyman hene, Newroz heye, xarên winda hene, mamosteyên ku zimanekî din hîn dikin hene, navên kirîne hene, xwîna destê sibehan tê rijandin heye û hwd.
Belkî ji bo têgihîştina wan em li xwe vegerin û alîkariyê ji dîrokê bixwazin, carinan ji dîroka nêzik carinan jî ji dîroka dûr. A soxî ev labîrentek e ku em tê de ne û şîfre di nav çîrokên dîrokê de ye.
Ev çîrokên ku mijara wan bi me xerîb nayên vê carê emê ji qelema Bajar Mîrzeman bixwînin, wê hinekî canê me bişewitîne lê meraq nekin wê bibihure.
Şewtbihêrk
Bajar Mîrzeman
(Çîrok)
ISBN: 978-625-5535-57-8
13x19.5, 80 rûpel
avestakitap.com/sewtbiherk























