Selim Temo (@selimtemo) header
Selim Temo (@selimtemo) profile picture

dizane ka çi hatiye serê birîndarekî... je passais au bord de la Seine/un livre ancien sous le bras (Apollinaire) youtube: https://xitter.gq/t.co/eVvmfGtYjN

Joined September 2011
Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)Photo by Selim Temo (@selimtemo)
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan. Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be! kovaravin.com Ji îro pê de Vîn vîna me ye. Baş e, "Kî ne Em?" VÎN DEST PÊ KENO Ma çend serrê pirrê bi felaketan derbas kerdî. Çemê adirinî herikîyayî deşt û newalanê ma ra. Badê çend serrê pîrrê bi felaketan, barbarî kenê binbikewê. Ma qefesêko zengarin ra vecyayî. "Ma estê", qewlê ê şerwanê berkenî ra. Edebîyatê ma nê seserranê bi felaketan pirrê de waşt bibo her çiyo ke kemî bi netewe ra. Badê seserranê pirrê bi felaketan, henî ma do vatişê xo dinya ra û wextî rê vajim. Bi şêwe û ziwaneko ciya, bi wastis û eşqêko ciya, bi îrade û kelecanêko ciya; Vîn dest pê keno. "Raye zana." Ma do raye de bimûsim. Eyro ra pey Vîn îradeyê ma yo. VÎN DEST PÊ DIKE Me çend sedsalên tije bi karesatê derbas kirin. Çemên agirîn herikîn li deşt û newalên me. Piştî çend sedsalên tije bi karesatê barbar dikin têkbiçin. Em derketine ji qefeseka zengarî. "Em hene", bi qewlê wî şervanê berken. Wêjeya me di maweya sedsalên tije bi karesatê de xwest bibe her tişta kêm bû ji neteweyê. Li dûv sedsalên tije bi karesatê êdî em ê gotina xwe ji dinê û demê re bibêjin. Bi şêwe û zimanekî cuda, bi daxwaz û evîneka cuda, bi vîn û kelecaneka cuda; Vîn dest pê dike. "Rê dizane." Em ê di rê de hîn bibin. Ji îro pê de Vîn vîna me ye… VÎN DEST PÊ KENA Çend sedeyekî pirr le karesatman derbaz kird. Rûbarî agirîn be şax û dolekanî nîştimanî ême da xurrîn. Diway çend sed sallî pirr le karesat, hêzî berberyan nizîke be tewawî têkşikên. Diwa car qefesî asinînî jengawîman şikand u wek şervanêkî leser pê hawarman kird; "ême heyn". Le mawey sede pirr le karesatekanî mêjûman da wêje û edebyatî ême wîstî şiwêngirewey hemû ew şitane bê ke netewe neybû. Diway sedan sallî pirr karesat îtir katî ewe hatiwe qisey xoman be dîn û dunya billêyîn. Be şêwez û zimanêkî ciyawaz, be hez û evînêkî ciyawaz, be xwast û xulyayekî ciyawaz; Vîn dest pê deka. "Rê dezanê"… û êmeş be dem rêgawe fêr debîn. Lemrowe îtir Vîn vîyanî ême ye. Vîndar: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demirel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demir, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed, Xelef Wanî. Vîndank: Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan, Refîq Sabîr. HevpeyVîn: Fatma Savci. Belge: Belavokeka Kurdî a dewleta Tirkan ji bo reşkirina Serhildana 1925an. Werger: Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown, Tracy Fuad. @berken_bereh @fatmasavci @hadenoz @KawaNemir1 @LorinDemirel @LukmanAhmadArt @ropasorra @agriisyanirapor @selimtemo @Seyidxaneli
11
75
12
300
34,611
Selim Temo retweeted
“Rê dizane” Hejmara çarem a Vînê Weşiya Humara çarine a Vîne Veciya Jimare çaremî Vîn billaw kirayewe Wek flipbook û PDF li ser malpera: kovaravin.com
2
9
479
VÎN 4: Humara 4. a Vîne de îmzayê gelek naman serê berhem, resim, mulaqat, rexne, danasîn û açarnayeyana estê ke nê yê / Di hejmara 4. a Vînê de îmzeyên gellek navan li ser berhem, wêne, hevpeyvîn, rexne, danasîn û wergeran hene ku ev in / Le jimarey 4. da berhemî gelêk le nûser u şaîr u hunermendan kewtiwete ber dîdî xwêneran, lewane: abdulla goran, asya xerzan, aydin ekîn, azad kaysadu, bawer rûken, berken bereh, dilawer qeredaxî, emrah coşan, enes yildiz, erich kästner, eyşe şan, fatoş îvren, haden oz, hevî xebar, ibrahim shekhsharafi, Ignacio Nazabal, jiyar homer, judy brady, lorîn demirel, mîr kamuran alî bedir-xan, netîce altun demir, ngũgĩ wa thiong'o, ozlem guntaş, rengîn amêdî, sarya nurcan kaya, selîm temo, serkewt cebar, sîbel akman, şerîf kaya, tomas tranströmer Keyepel / Malper/ Mallperr: kovaravin.com @kovaravine
1
14
60
2,391
Îro, li Pampê (Sîpan), li mal û muzexaneya Fêrîkê Ûsiv bûm. Bi rêzdarî...
8
224
4,012
payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet û roj dê raneweste li te bo nebe şev; roj derew, şev derew, zeman nakeve xew... demsal e... ji kîşweran payîz e niha Arjen Arî (....-....)
1
36
4
328
7,476
Ne ji bo sahibrewacan Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan! Ehmedê Xanî
2
17
293
9,373
"Xatûnên Kurmancîyê" û "Stranên Şînê" Di berhevoka "Zargotina Kurdî" ya Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl de (1978) gellek stranên şînê hene ku çarê ji wan (c. I, r. 496-95, 501-02) balkêş in. Li vir peyva "Kurmancîyê" girîng e. Diyar e ku li şûna "Kurdistan"ê hatiye bikaranîn. Yanê "Kirmanciyê" yan jî "Kurmancîyê" navek ji navên Kurdistanê ye. Carina wateyek "siyasî", carina wateyek "coxrafî", carina wateyek "bawermendî" û carina jî hemûyan vedibêje. Min berê jî li ser vê mijarê nivîsandibû. Niha bi mînakên ji Celîlîyan berfireh dikim: Di wêjeya devkî û nivîskî ya Kurdî de em Kirmancîyê bi wateya Kurdistanê dibînin: Di destana "Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn" (1610) de dibêje: “Xan, ebdal e li beriyê / D’gerît nanê xulamiyê / Dê bît mîrê Kurmanciyê.” Di "Mem û Zîn"a (1692) Ehmedê Xanî de: “Bifkir ji ‘Ereb hetta ve Gurcan / Kurmanciye bûye şubhê burcan.” (Li vir "bifkir", di wateya "binêre" de ye) Di “Kanê Cîhangirê Cîhan”a (1821) Wedaî de ku ji bo Xan Mehmûd nivîsiye: “Wek Mîr nebûn alî hîmem / D’Kirmanciyê hetta Ecem / Kan leşker û ceyş û heşem / Kanê Cîhangerê Cîhan?” Sey Qajî (1871-1936) dibêje, “Bixeleşnîme şerefê Dêsim û Kirmanciye.” Di mînakên "stranên şînê" de jî em heman tiştî dibînin: Tewna xatûnên kurmancîyê we yek ber in, Pîj-kergîtê destê wana zêrî cewar in, Daykê dergûşê kire gazî, go: "Pêştirî me, kesekî hucûm kane, dade ser e." Jinê van cindîya, Serçokê kirasê wan xurîya, Xatûnê kurmancîyê ça ketine dilqê jinebîya. Ewran û ezmana nayê denge Emê ravin tabûtekî çêkin darî çamê, textê reng e Heyfa min tê xatûnê kurmancîyê, malxê mala, bira tê da negrin xubar û zeng e. Bejna xatûnê kurmancîyê usa zirav e - dara sêrtê Çi xwe ke hemû li bejnê tê, Ditirsim mişk û m'êr xirab bikin bedenê şaya û enîya reş êratê. Bijî Kurmancîyê!
1
8
59
2,506
Çend navên wek Eylül Nazlıer ne tê de, piraniya stranbêjên nifşa nû hay li muzîk û nerîta (tradition) Kurdî tunin. Hunera wan hema etehiyato çawa lê hato ye! Jixwe ji "cover"an zêde tiştek tune. Bi "sounda baran" distrên. Peyvên coveran jî hema bêje bi giştî şaş dibêjin. Ka em bi mînaka "Nofa" li ferqa qelîteya Eylülê û yên din binêrin: Eylül bêqisûr dixwîne, lê yên din, wek mînak, dibêjin "Êdî were peytextê", "Êdî were dikana" ûyd. Ew peyv, "Endîwer/ê" ye. Endîwer gundek e li Rojavayê Kurdistanê, nêzîkê Dêrika Hemko. Yanê "Hisêynkê Omerî" welatê xwe nas dike, bi veguhestin, veguhertin û "nedîtin"ê hunerek ava dike. "A"ya li dûv peyvan, ji devoka Torê û Omeryan tê. Yanê "Endîwerê dikan a" bi Kurmanciya akademîk "Endîwerê dikan e" ye. Divê "E"ya pêşî wek 'eyn bête xwendin. Çimkî peyv bi xwe Erebkî ye, wateya xwe "kanî" ye. Di strana em behs dikin de navê Doktor Nafîz derbas dibe. Nafîz Beg ku "tixtorkî pirr yeman a", kekê Nûredîn Zaza ye. Di vê fotoyê de li Bêrûdê ne (ew li milê çepê, Nûreddîn Zaza li milê rastê ye). Doktor Nafîz çalakvanekî Kurd bû. Ji Madena Elezîzê ye. Piştî dewleta Tirkan fermana wî rakir, tevî birayê xwe çû Rojavayê. Nûreddîn Zaza jî navekî mezin e. Çîroknûs û fîlozof e. Doktoraya xwe ya felsefeyê li Lozanê biriye serî. Em vegerin ser Doktor Nafîz. Ew yekem kes e ku li Rojavayê nexweşxane ava kiriye. Bala xwe bidinê ku di stranên kevn ên Rojavayiyan de behsa mirinê, bêdermaniyê, bêdoktoriyê tê kirin. Dewleta Sûrî li Rojavayê nexweşxane ava nedikir û nedihişt ku kes jî ava bike. Ew êşa di wan stranan de tê vegotin ji vê rastiya dîrokî tê. Avakirina nexweşxaneyê çîrokek dirêj e, ya rast ne çîrok, lê têkoşînek e, serkeftinek e. Perçeyek e ji dîroka me ya berxwedêr. Her car dibêjim, xebata li ser çanda Kurdî karekî arkeolojîk e, baldariya "arkeologane" divê. Di her peyvê de telmîhek, dîrokek heye. Hin tîp cuda ne, xwedî taybetmendî ne. Çanda me ya berxwedêr ji ber kûrahî û dewlemendiya xwe ya bêsînor xwe li ber çavsor û barbaran parastiye. Rêzdarî, rêzdarî, rêzdarî!
4
21
4
211
6,173
Ahmet Ataş'ın Kürt romanı ve şiirinin direniş anlatıları, siyasal baskı tanıklıkları ve kayıp, yas ve melankoli imgelemlerinin bir dökümünü çıkardığı "Postkolonyalizm ve Kürt Edebiyatı" haftaya kitapçılarda; % 35 indirimle agorakitapligi.com'da: agorakitapligi.com/arama/?qu…
7
17
1,701
Sibê, li Parîsê Meşte, Parîs de Demain, à Paris Tomorrow, in Paris Yarın, Paris'te @oykutekten1 #MarineCornuet
1
1
47
3,126
Civîna me îşev e hevalên hêja. Lînk li jêrê ye, yên dixwazin dikarin beşdar bibin. Ji vê civata şên nemînin 🍀 @selimtemo us06web.zoom.us/meetings/889…
Civata Xwendinê ya Helbestan, vê mehê kitêba Helbestan a selîm temo “112 hesp û xezelek” dixwîne û li ser wê dicive.
1
4
861
10 yıldır el konulan doçentliğimi aldım, sıra 5 yıldır el konulan profesörlüğümde! Bu düzende doçentlik, profesörlük filan bir nane değil. Mesele, el konanı geri almaktır. El koyan gibi geri veren de "aynı" elbette. Burada konu; cevap vermek, cevap olmak, boyun eğmemektir! Şöyle oldu: Kürt Dili ve Edebiyatı alanındaki ilk doçentlik başvurusu döneminde (2015-Ekim) dosyamı sunmuş ve "eser aşaması"ndan geçmiştim (26.12.2016). İkinci aşama olan mülakat, Mart 2017'deydi. Ancak ilk aşamadan 2 hafta sonra, 679 no'lu KHK ile üniversiteden ihraç edildim. Dolayısıyla doçentlik başvurum da iptal edilmiş oldu. 22.02.2018 tarihli düzenleme ile mülakat zorunluluğu kalktı ve eser aşamasından geçenler doçent sayılmaya başlandı. Ancak KHK'lı olduğumdan söz konusu "derece"yi almak için dava açmamız gerekti. Kıymetli avukatım Semra Balyan'ın ısrarlı hukukî mücadelesiyle bu sonucu alabildik. Kendisine burada bir kez daha teşekkür ediyorum @smrablyn . Hemen eklemeliyim ki bu bir "gelişme", bir şeylerin "normal"leştiğine dair bir "belirti" fîlan değildir -aynı durumda olup daha önce doçentlik derecesini alanlar oldu. Tam aksine Barış İçin Akademisyenler'e yönelik zulüm ve kanunsuzluk katlanarak devam ediyor @BarisAkademik @osucaortakolma . Yüzlerce arkadaşımız halen işlerine dönebilmiş değiller. İşlerine iade edilenlerden tekrar atılan çok sayıda akademisyen mevcuttur. Dosyalarımız 10 yıldır OHAL Komisyonu, Ağır Ceza, Bölge İdare, Danıştay, İstinaf, AYM ve yerel mahkemeler ile "taraf rolü" verilmiş bir sürü kurum arasında dolaşıp duruyor. Birinin aldığı kararı öbürü reddediyor. Dosyaların AİHM'e gitmesini engellemeye yönelik oyalama politikası yürütülüyor. Hoş, AİHM de vesayete karşı hazrola geçmiş durumda! Kanımıza susayanlar, sorgu komisyonlarında işkencecilere özenen "meslektaş"lar, jurnalciler, ispiyoncular, KHK listesi yazıcıları, işbirlikçiler ise iş üstündeler. İşte 12 Eylül'ün toraman kurumu YÖK'ün Başkanı Erol Özvar, 31.08.2026'da "üniversite"lere gönderdiği ve hiç "barış" sözcüğünü kullanmadığı fermanda tam da bu elemanlara "acıyı merheme çevirin" diye buyuruyor! Velhasıl, 10 yıl geciktirilse de Kürt dili ve edebiyatı alanındaki "ilk" doçent "unvan"ını almış oluyorum! Bu "ilk"i övünç için değil, utancı neden olanlara ait tarihsel bir gecikmeyi, tarihsel bir hak gaspını ve rejimin Kürt halkına karşı işlediği tarihsel suçlarından birini hatırlatmak için vurguluyorum. Tarih, Türkoloji, Antropoloji, Karşılaştırmalı Edebiyat ve Tiyatro alanlarından da doçentlik başvurusu yapmak için yeterli akademik yayınım var/dı. Ancak ehlileştirilse de Kürdolojiden doçentlik almayı bu antidemokratik düzene bir cevap olarak düşündüm. Evet, 10 yıl oldu. Kütüphanemden 4.000 kilometre uzaktayım. Cevap ise aynı. Yani şairin dediği, yine şairin dediğidir: "Nerede olursan ol, İçerde, dışarda, derste, sırada, Yürü üstüne üstüne, Tükür yüzüne celladın, Fırsatçının, fesatçının, hayının... Dayan kitap ile Dayan iş ile. Tırnak ile, diş ile, Umut ile, sevda ile, düş ile!"
87
176
26
1,590
118,390
ji "Hilbe Kobanî" MADE IN brûskê qelaşt nîva darê alayeka têr ji xwînê li ser nivîsîne ji çepê ber bi rastê: made in Turkey tûjtir e ji zaferan û riman digurîne çermê kemanê ayeta Enfalê danîne ber: made in Iraq di kirasê maran de har dêwên hesinî diçêrîne dişibe peyveka devxwar: made in Syria bûn çend Çarçira xuliqiye ji rawilan ev kurmê birîna genî: made in Iran dengê heyva l’ser golê vejiya ye sebr û saman nivîseka kesk e li ser: made in Kurdistan! دیدی من – سەلیم تەمۆ تریشقە دەیقڵیشێنێ چەقی دارەکە ئاڵایەکی خەڵتانی خوێنی پێدا دراوە لە چەپەوە بۆ ڕاست لێی نووسراوە: مەید ئین تورکیا لە زەعفەران و ڕم تیژترە دەیگوورێ کەوڵی کەمانەکە سوورەتی ئەنفالی لێ دراوە: مەید ئین عێراق لە پوولەکەی ماردا هار دەبێت دێوی ئاسنین دەلەوەڕێت لە وشەیەکی دەمخوار دەچێت: مەید ئین سووریا چەندین چوارچرای لێ بووەتەوە لە ڕمووزن خوڵقاوە قەتماغەی برینێکی گەنیوە: مەید ئین ئێران دەنگی مانگ لەسەر گۆماوەکەیە ژیاونەتەوە سەبر و سامان نووسینێکی سەوزی بەسەرەوەیە: ! مەید ئین کوردستان لە کورمانجییەوە: ژیار هۆمەر #HilbeKobanî #Rojava #DefendRojava #BijîBerxedanaRojava #RojavaDilêKurdistanêYe #ActForRojava #RojavaBiparêze #StandWithRojava #ŞehîdSîpan
4
35
2
262
7,519
(Ş.) Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso) (26) ... #Rojava
3
44
415
7,630
Kekê hêja @SelcukMizrakli, bi xêr hatî mala xwe. Bi hêviya azadiya hemû zindaniyên me...
1
15
1
277
6,708
Gava barbaran êrîş birin ser Rojavayê Kurdistanê, Îkra tevlî şer û têkoşîna xwîşk û birayên xwe bû. Wê nîşan da ku doza me xîret e, yekîtî ye, hevgirtin e. Ji lewre dewleta hovan lê zilm kir, bi mehan ji kar dûr xist, îro jî wê ji memûriyetê avêt. Îkra, tu Keça Kurdan î. Bila barbar bi qurbana keziyê te û xwîşkên te yên Kurd bin! #IkraAvci #KeçaKurdan #DotmîrênMe
4
90
4
644
12,688
Selim Temo retweeted
"rê dizane" vekirî be rêya te @kovaravine
“rê dezanê” Hejmara sêyem a Vînê Weşiya Humara hîrêyin a Vîne Veciya Jimare 3î govarî Vîn billaw kirayewe Wek flipbook û PDF li ser malpera kovaravin.com
4
20
1,852
Selim Temo retweeted
“rê dezanê” Hejmara sêyem a Vînê Weşiya Humara hîrêyin a Vîne Veciya Jimare 3î govarî Vîn billaw kirayewe Wek flipbook û PDF li ser malpera kovaravin.com
8
3
12
4,242